22 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2015
Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm di daxuyaniya xwe da bertek nîşanî biryara îro ya Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê da û got ku ewê ji îro pê de guh nedin biryarên wezîrên ji Iraqê û wiha xeberda, "Ez ji vir ji hemû wezîran ra pir eşkere dibêjim, erka we tuneye ku hûn der heqê Kerkûkê de biryar bistînin. Ji îro şûnde telîmata wezîran li vir derbas nabe."
Walî Kerîm li dû hevdîtina xwe ya bi Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê Rêbiwar Talabanî re civîna çapemeniyê li dar xist.
Kerîm ji ber ku Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê Midûrê Ewlekariya Kerkûkê General Cemal Tahir û alîkarên wî ji wezîfeyê xistin, bertek nîşan da û wiha got: "Ez ji vir ji hemû wezîran ra pir eşkere dibêjim, erka we tuneye ku hûn der heqê Kerkûkê de biryar bistînin. Ji îro şûnde telîmata wezîran li vir derbas nabe."
- "Telîmata wezîran li vir derbasdar nîne"
Kerîm îdia kir ku erka jiwezîfegirtina midûrên ewlekariyê ne di destê wezîran da ye û wiha axivî, "Ji îro şûnde telîmata wezîran li vir derbasdar nîne. Biryarên ku em distînin, bingeha wan a yasayî heye. Herî baş xelkê Kerkûkê bi rewşa bajêr beled e. Erka jiwezîfegirtinê ya midûrên dezgehên bajarê me di destê Meclisa Bajarê Kerkûkê û Serokê Komîsyona Ewlekariya Kerkûkê de ye."
Kerîm da bibîrxistin ku di şerê wan ê li dijî rêxistina terorê DAEŞê de heta niha hikûmeta Iraqê tu alîkariya wan nekir û gotinên xwe wiha kuta kir, "Wezareta Karên Navxweyî şûna ku xelatê bide berpirsên ewlekariyê, wan ji wezîfeyê digire. Ev du sal in ku di berxwedana li dijî DAEŞê de ne guleyek û ne jî cotek sol şandin."