03 Sibat 2016•Rojanekirin: 10 Sibat 2016
BITLÎS
Beyhan Topçuya Pisporê Diyet û Xwexwedîkirinê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Bidlîsê got ku kebaba biryanê li gor xwarinên goşt ên din baştir e.
Topçu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ji ber ku kebaba biryanê bi hilma avê dipêje ji aliyê tenduristiyê ve xwarineke baştir e.
Topçu qal kir ku kebaba biryanê xwarina herêma Bidlîs û Sêrtê ye û got ku biryan ji goştê nêriyan an jî goştê berxikan tê çêkirin, di nav tendûra devgirtî de bi hilma avê bi qasî 3 saetan tê pehtin.
Topçu qal kir ji ber ku pez li herêmê bi çiloyê û bi temamî cihên xwezayî tên xwedîkirin biryana ku bi goştê wan tê çêkirin gelekî bi tam e û wiha axivî:
"Ji ber vê jî bi vî awayî xwedîkirin û rêbaza pehtinê tameke taybet dide kebabê. Dema ku biryanê kêmbez bê tercîhkirin tu zirara wê tune ku rojane 100-150 gram bê xwarin. Lê belê ji ber ku hezmkirina proteînan demeke dirêj digire ez pêşniyaz dikim ku naveroj bixwin. Ji bo ku bi hêsanî bê hezmkirin bila seleteyê pê re bixwin. Bi îskanek dew jî dê tam xweştir be."