Önder Beyter
12 Sibat 2019•Rojanekirin: 12 Sibat 2019
BATMAN
Dengbêjên ku di stranên xwe da evînên nemir, bedewiya xwezayê, mêrxasî, keder û xemgîniya jiyanê dilorînin, rabirdûyê ronî dikin.
Li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê dengbêjên ku nûnerên edebiyata gelêrî ya Kurdî ne û herwiha di berhemên xwe da edet û nerîta xelqê herêmê tînin ziman, "stran" û "kilam"an dibêjin.
Dengbêj Mahmut Ahmetoglu (72) destnîşan kir ku ew gund bi gund digerin û hewl didin ku nifşên nû fêrî kevneşopiya dengbêjiyê bibin û wiha dewam kir, "Em berê li gundan digeriyan û me heta nîvê şevê kilam digotin. Di nava me dengbêjan bi xwe da danberhevî jî carinan çêdibû."
Nûrî Ebrem (63) diyar kir ku ew ji bavê xwe hînî dengbêjiyê bû û wî gelekî hewl da û ew zehf xebitî da ku dengbêjiya xwe qenc bikemilîne û wiha got, "Hê gava ez zarok bûm, hewasa min li ser dengbêjiyê hebû. Ez ji 8-10 saliya xwe vir va kilaman dibêjim. Ez hewl didim ku vê edetê bidomînim."