İbrahim Atmaca
20 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
ANKARA
Komeleya Zarokan a Hempayê "Xelata Nûçegihaniya Herî Hestyar" da Ajansa Anadoluyê (AA).
Komeleya Zarokan a Hempayê li Parka Gençlikê daxuyanî da çapemeniyê û kes û saziyên ku "Xelatên Mafên Zarokan û Hestyariyê yên Tirkiyeyê" qezenc kirin bi raya giştî ra hatin parvekirin.
Di çarçoveya bernameyê da seba 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Dinyayê bi sernava "Li Dinyayên Perçebûyî Zarok û Mafên Wan" pêşangeha wêneyan jî vebû.
Ji bo ku AA zarokên ku di şertên dijwar da dijîn bi awayê rast û însanî dike nûçe "Xelata Nûçegihaniya Herî Hestyar" dan AAyê.
Serokê Komeleya Zarokan a Hempayê Îbrahîm Enes Duruay bi bîr xist ku îro "20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Dinyayê" ye û bal kişand ku li çar aliyê dinyayê mafên zarokan tên binpêkirin.
Duruay diyar kir Komeleya Zarokan a Hempayê komeleya tekane ye ku li Ewropa û Tirkiyeyê ji aliyê zarokan va hatiye avakirin û wan wek komele ji bo ku balê bikşînin ser binpêkirina mafên zarokan pêşangeha wêneyan li dar xist. Duruay got ku ew dixwazin xelatê bidin kes û saziyên ku seba mafên zarokan dixebitin û spasiya wan bikin.
Hat gotin di 24ê mijdarê da li salona Weqfa Diyanetê ya Kocatepeyê wê Zîrweya Mafên Zarokan were lidarxistin û xelat wê di zîrweyê da werin dayîn.