03 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Hejmara kesên ku di operasyonên der barê êrîşa terorê ya li Balafirgeha Ataturkê da hatin binçavkirin derket 27an.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê di çarçoveya operasyona der heqê êrîşa terorê ya ku di 30 hezîranê da li balafirgehê qewimî da 3 kesên din jî binçav kirin.
13 berşikên ku 3 jê biyanî ne, piştî xilasbûna miemeleyan, li Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê ji kontrolê derbas bûn û dû ra ew sewqî Edliyeya Bakirkoyê kirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê der heqê êrîşa terorê ya li balafirxaneyê da di 30ê hezîranê da 13 berşik, di 1ê tîrmehê da jî 11 bersûcên biyanî binçav kiribûn.