16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
ANKARA
Ji bo guhertina makezagonê li 32 bajarên rojhilat dema dengdayînê di saet 16.00an da qediya.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind biryar dabû ku li li bajarên rojhilat deng di navbera 07.00-16.00an da werin dayîn.
Li gor vê li Adiyemen, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbeker, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Gazîentab, Gîresun, Gumuşxane, Hekarî, Qers, Meletî, Qehremanmereş, Mêrdîn, Mûş, Ordî, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Tûncelî, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdêxan, Îdir û Kilîsê û li girtîgehên van bajaran dengdayînê di saet 07.00an da dest pê kir û 16.00an da kuta bû.
Heke kesên ku dengê xwe heta vê saetê nedabin hebin, piştî jimartina dengan serokê sindoqê wê destûrê bide ku ev kes reya xwe biavêjin.
Li bajarên din û li ber deriyê gumrikan jî dengdayîn dê di saet 17.00an da kuta bibe.