03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
DUSELDORF
Li Almanyayê li ber sindoqên ku li 13 noqteyan ji bo referandûma pergala hikûmeta serokomariyê ya ku dê di 16ê Nîsanê da li Tirkiyeyê bê kirin hatin danîn, dor çêbû.
Li konsolosxaneyên Dusseldorf û Kolnê ku xelkê Tirkiyê lê pir in, dora li ber sindoqan car caran ji 500 mêtroyî bihurîn û ji ber hindê hin dengdêr vegeriyan malên xwe û dê careke din werin rayavêtinê.
Hilbijêrên welatiyê Tirkiyê ên ku li Almanyayê dijîn dê heya 9ê nîsanê di navbera saet 09.00 û 21.00an da li konsolosxaneyên li Berlin, Koln, Munchen, Hannover, Hamburg, Nurnberg, Karlsruhe, Frankfurt, Essen, Munster, Dusseldorf, Stuttgart û Mainzê bikaribin raya xwe bavêjin.