Sevim Hatun
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
MARDÎN
Mêrdîna bajarê xweşbîniyê ku di qada turîzmê de derdikeve pêş, wek navenda turîzmê ya balkêş roj bi roj geştir dibe.
Li herêma ku komên etnîk ên cuda bi hevdu re dijîn, xweşbîniyeke xurt heye. Bajêr bi mizgeftên xwe yên dîrokî, bi medrese, dêr û tarîxa xwe her çar demsalan bala turîstên herêmî û biyanî dikşîne.
Li gor meha îlon û cotmehê ya par hejmara turîstên ku hatin li otêlên bajêr man ji sedî 95an zêde bû. Li herêmê 47 otêlên ku jimara nivînên wan 6 hezar û 500 in hene. Par di meha îlon û cotmehê de 55 hezar 400 turîstan herêm ziyaret kir, îsal di heman serdemê de 107 hezar û 100 kes hatin herêmê.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Alaaddîn Aydin ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku îsal ji bo turîzmê saleke bi bereket bû.
Aydin got ku her diçe wê Mêrdîn xweştir bibe, herwiha ji turîstên ku têne herêmê her yekî wekî qasideke turîzmê vedigere.
- Xweşikiyên demsala payizê
Aydin wiha axivî:
"Mêrdîna diyarê xweşbîniyê bajareke pirzimanî, pirdînî û pirmezhebî ye. Bajarekî wisa ye ku lê kevir tê ziman. Turîstê ku tê li vir, tiştê ku dixwaze bibîne dibîne. Ji bo vê yekê jî eleqeyeke mezin nîşan didin. Em bawer in wê ev di pêşerojê de jî hebe, xurttir bibe. Mehên herî xweş ên Mêrdînê mehên payizê ne. Li herêmê siruşt xweştir dibe, hewa pir xweş dibe. Ne germa havînê ne jî serma zivistanê heye. Divê turîst vê demsalê werin Mêrdînê bibînin."
- Turîstên ku tên memnûn in
Fatîh karademirê ji Stenbolê ji bo gerê hatiye Mêrdînê got ku tevî xanima xwe li bajêr geriyaye û pir ecibandiye.
Karademir wiha axivî: "Mêrdîn pir xweş e. Ez berê hatibûm. Xanima min ji Bayburtê ye cara ewil hat. Pir meraq dikir. Demsala payizê pir xweş e. Ji herêmê bêhna dîrokê difûre. Ciyekî aram e."