İbrahim Atmaca
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
GAZÎANTEP
Serokê Yekîtiya Mêşvaniyê ya Gazîentabê Nebî Koca û xwarziyê wî yê hosteyê peqleweyê Mustafa Yildirim bi aroma û hingivê zextera ku zivistanê ji bo grîb û nezleyê jî tê bikaranîn, peqlewe çêkir.
Nebî Koca daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku zexter li herêma Gazîentabê çêdibe û zivistanê ji bo grîb û nezleyê wek çay tê vexwarin, hingivê zexterê jî berekî biqalîte ye.
Koca diyar kir, wan biryar da ku peqleweya Entabê jî bi hingivê zexterê va çêkin û wiha dewam kir:
"Ji ber ku xwarziyê min hosteyê peqleweyê ye, min jê ra got ku 'em bi hingivê zexterê va peqleweyê çêkin'. Ji bo şerbeta peqleweyê şûna şekir hingiv tê bikaranîn. Ez û xwarziyê xwe 3 sal in diceribînin. Me herî dawîn di vekirina kargehê da peqlewe bi hingiv çêkir û bela kir. Pir hat ecibandin. Sparîş êdî tên. Hingiv bixwe şifa ye. Peqleweyeke pir bi tehm çêbû."
Hosteyê peqlewê Mustafa Yildirimê xwarziyê Koca jî got ku wî di 10 saliya xwe da dest bi vî pîşeyî kir û ev 19 sal in ew peqleweyê çêdike.
Yildirim destnîşan kir, peqleweya ku ew bi hingivê zexterê çêdikin pir bi tehm e û wiha dewam kir: "Kesên ku dixwin, jê hez dikin. Dibêjin 'Ev peqlewe ye'. Ji derveyî bajêr jî em li ser sparîşê ji mişteriyên xwe ra dişînin. Dema ku bêhna zexterê tevî bêhn û aromaya fistiq û rûnê nivîşk dibe, tehmeke pir xweş dertê holê. Ev ji her kesî ra pêşniyaz dikim. Ji ber ku em bi hingiv çêdikin, tê da teqez şekir tuneye. Ji ber ku em hingivê biqalîte dixin navê, biha ye. Kîloya wê ji 100 lireyî derbas dibe."