İbrahim Atmaca
19 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2018
SAO PAULO
Li Manausa bajarê Brezîlyayê agir bi taxeke feqîran ket û herî kêm 600 malên darîn şewitîn.
Rayedarên parastina sivîl diyar kir ku agir bi taxa Educandosê ket û ji 600î zêdetir malên darîn şewitîn û bûn xalî.
Amadeu Soaresê rayedarê qamûyê li ser îhtimala ku tûtikliya ser agir teqiyaye û şewat derketiye sekinî.
Di şewatê da 4 kes birîndar bûn û mirî tunene.