Önder Beyter
05 Mijdar 2018•Rojanekirin: 06 Mijdar 2018
BOLU
Li rêbejaya D-100ê li tanga Çiyayê Boluyê mij û xumam tesîra xwe nîşan dide.
Li rêbejaya D-100ê li tanga Bakacak, Karanlikdere û Seymenlerê ji ber mij û xumamê mesafeya dîtinê cih cihan berjêrî heta 35 metreyan bû.
Ekîbên rêbejayê li herêmê bi lempeyên mijê û tabelayên bironî hişyarî dan ajokaran ku baldar bin.
Ekîbên trafîqê yên ku li vê guzergehê peywirê dikin ji ajokaran xwest ku mesafeya xwe biparêzin, bilez nekin û kemberên xwe yên ewlekariyê girê bidin.