Türkan Tosun
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
NEW YORK
Qezenca Facebookê di çaryeka duyem a vê salê da li gor heman heyama par ji sedî 31 zêde bû.
Facebooka ku ji wan malperên herî mezin ê medyaya civakî yek e piştî ku borseya New Yorkê hat girtin kara xwe ya çaryeka duyem a vê salê eşkere kir.
Şirketê daxuyand qezenca safî ya Faceookê di çaryeka duyem a vê salê da gihîşt 5,11 milyar dolarî û li gor heman heyama par ji sedî 31,4 zêde bû.
Facebookê par di navbera nîsan-hezîranê da 3,89 milyar dolar kar kiribû.
Rêjeya kesên ku Facebookê bi kar tînin jî îsal di navbera nîsan û hezîranê da zêde bû.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji hezîrana 2018an pê va 1,47 milyar kes her roj bi awayekî aktîf Facebookê bi kar tîne. Hat gotin ev hejmar li gor heman heyama par ji sedî 11 zêde bû.
Ji bilî vê hat gotin ji 30ê Hezirana 2018an pê va hejmara kesên ku Facebookê mehane bi awayekî aktîf bi kar tînin gihîştiye 2,23 milyarî.