20 Mijdar 2016•Rojanekirin: 22 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di operasyonê de 4 çekên lûledirêj û gelek muhîmat hatin girtin û kesekî şikbar jî hat binçavkirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Diyarbekirê li gundê Kaygisiza girêdayî navçeya Dîcleyê li ser îxbarekê avêtin li ser malekê.
Di malê de 4 keleşên AK-47, 8 şarjor û 313 muhîmatên keleşê, 5 demançe, 12 şarjorên demançeyan, 5 hezar û 564 guleyên demançeyan, tivingeke bêruxset hatin dîtin.
Ji bilî van 68 hezar û 200 lîre û 10 bazinên zêr ên ku di tewlê de veşartî bûn, hatin dîtin.
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê, cendirmeyan dest danî ser çekan û kesek jî binçav kirin.