20 Mijdar 2016•Rojanekirin: 21 Mijdar 2016
SÎÎRT
Li Şêrwana navçeya Sêrtê xebatên rizgarkirinê yên kana ku hin karker tê da miribûn û hinek jî hê di bin kanê de ne dewam dikin. Cesedê karkerekî hat derxistin û niha hewl tê dayîn ku 10 karkerên din jî bên dîtin.
Li Sêrtê xebatên ji bo rizgarkirina karkeran dewam dikin
Tîmên AFADê, yên Rizgarkirina Medîkal a Neteweyî (UMKE), yên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Vejenê, Hîva Sor a Tirkiyeyê û cendirme bi mebesta rizgarkirina karkerên ku di bin enqaza kanê da mane, dixebitin.
Bi 100 pispor û 50 makîneyên kar hewla gihîştina karkeran tê dayîn.
Tîman cesedê Sedat Bulut dîtin û ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Beriya vê cesedên Murat Ant, Reşît Can, Abdulbakî Aydin, Alî Sonmezsoy û Şefîk Tuncer hatibûn derxistin.
Ji bo 10 karkerên din jî bên dîtin xebat dewam dikin.