11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
ADANA
Li Edeneyê dijî rêxistina terorî DEAŞê operasyon hat kirin. Di operasyonê da 6 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan ekîbên Şaxa Tekoşîna dijî Terorê yê Midûriyeta Ewlehiyê yê Edenê li navenda bajêr operasyon birin ser navnîşanên hatibûn diyarkirin. Di operasyona hevdemî ya li dijî DEAŞê da polêsên tevgera taybet jî cih girtin. Di operasyonê da 6 kes hatin binçavkirin. Gumanbaran piştî kontrola tenduristiyê sewqî edliyeyê hatin kirin.
Hat ragihandin ku der barê 10 gumanbaran da xebatên lêgerînê didomin.