Haydar Şahin
11 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2018
ÎZMIR
Li Edliyeya Îzmirê ji ber têzayîna xazê dest bi xebatên tehliyeyê kirin, 2 kes rakirin nexweşxaneyê.
Xeber hat hildan ku li qata binî ya avahiya Edliyeya Îzmirê xaz tê dizî li ser vê gelek wesayîtên agirkujiyê û ambulans sewqî herêmê kirin.
Ji bo tevdîrê avahî hat valakirin, rûniştinên li edliyeyê nîvco man.
2 kesên xazê ji wan girtin jî rakirin nexweşxaneyê.
Ji bo tehlyekirina xaza di edliyeyê da fanên mezin şandin herêmê.
Bedîha Salnura Midûra Tendursitiyê ya Bajêr diyar kir ku 7 ambûlans şandin dewsa bûyerê, ji bo rewşeke dibe ku derkeve holê jî li nexweşxaneyan amadehî kirin.