Haydar Şahin
11 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2018
ÎZMIR
Edliyeya Îzmirê ji ber têzayîna xazê hat texliyeyê kirin, 5 kesên xazê jê girtin rakirin nexweşxaneyê.
Xeber hat hildan ku li qatê binî yê avahiya Edliyeya Îzmirê xaz tê dizê û li ser vê gelek wesayîtên agirkujiyê û ambulans û ekîbên AFADê sewqî herêmê kirin.
Ji bo tevdîrê avahî hat valakirin, rûniştinên li edliyeyê nîvcî man.
5 kesên xazê jê girt rakirina nexweşxaneyên Lêkolîn û Perwerdeyê ya Tepecikê û Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Egeyê. Wekî mayî di ambulansa li pêşiya edliyeyê da oksîjen dan 3 polêsan.
Ji bo texliyekirina xaza di edliyeyê da fanên mezin şandin herêmê.
Bedîha Salnura Midûra Tendursitiyê ya Bajêr diyar kir ku 7 ambulans şandin dewsa bûyerê, ji bo rewşeke dibe ku derkeve holê jî li nexweşxaneyan amadehî kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê li ser mijarê lêpirsîn da destpêkirin.
Midûrê Ewlekariya Bajêr Huseyîn Aşkin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku, mijarê ji nêz va teqîb dikin, xaz jê dizê, îhtimala sabotajê xanê nake.
- "Xazê tê za"
Serdozgerê Komarê yê Îzmirê Omer Faruk Aydiner di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ku li edliyeyê dema kontrola tupên agirkujiyê da karbon monoksîtê tê za.
Aydiner wiha got: "Li Edliyeya me di dema kontrolkirina tupên temirandina şewatê da xaza karbonmonoksîtê tê zaye, tevdîr hatine hildan û hemû midaxele hatine kirin."