Haydar Şahin
08 Sibat 2019•Rojanekirin: 11 Sibat 2019
BITLÎS
Hîzana navçeya Bidlîsê zivistanê bi xaniyên xwe yên ji keviran hatine avakirin, xweşikahiyên tebiî va bala wênekêş û ziyaretvanan dikişîne.
Li gundan xaniyên ji keviran hatine avakirin ên dîrokî yên li geliyên kûr zivistanê bi barîna berfê va dîmenên xweşik derdixin holê û meriv ji wan dîmenan têr nabe.
Navçeya ku bi turîzma baweriyê jî eleqeyê dibîne bi nexşên rengîn û mekanên dîrokî yên nehatine guherandin va her sal ji gelek tûrîstên xwecî û biyanî ra malxwedîtiyê dike.
Piştî barîna berfê dîmenên wekî yên kartpostalan derketin holê û wênekêş eleqeyeke mezin nîşanî herêmê didin.

Mahmut Ozdemirê Serokê Komeleya Wênekêşan a Hîzanê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku xaniyên kevirîn ên li Tirkiyeyê kêm ciyan tên dîtin zivistanê dîmenên xweşik derdixin holê.
Ozdemir destnîşan kir ku ligel hewaya sar wênekêş tên herêmê û wiha axivî: "Gelek hevalên me yên wênekêş ji bo van xaniyan bibînin û wêneyên wan bikişînin ji herêmên cuda yên Tirkiyeyê tên vê derê. Ev hevalan carcaran tên vê derê wêneyan dikişînin û tevlî arşivên xwe dikin."
Menderes Ekînciyê wênekêş jî got ku xaniyên kevirîn ên Hîzanê ji bo turîzmê girîng in, gelek kes ji bo xweşikahiyên navçeyê bibînin tên ziyaretê.