08 Sibat 2019•Rojanekirin: 09 Sibat 2019
ANKARA
Li nêzî baregeha Artêşa Tirkiyeyê ya ku li Xakurka bakurê Iraqê ye roketavêj û cebilxaneyên wê hatin qefaltin.
Li gor agahiyên hatin hildan hêzên ewlehiyê di operasyonên li dor û bera baregeha Xakurkê birin serî da du roketavêjên AT-4an, cebilxaneya du RPG-7an û guleyên wan ên sewqê hatin bidestxistin.
Hat eşkerekirin ku ew roketavêj û cebilxane bi destê terorîstên xwestine êrîşî baregehê bikin va hatine danîn.