06 Tebax 2017•Rojanekirin: 07 Tebax 2017
İSTANBUL
Li Balafirgeha Sabîha Gokçenê xebatkarên du fîrmayên ku rêwiyan dibin û tînin şer kir û 5 kes hatin kêrkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, bi şev xebatkarên her du fîrmayan bezîn hev û şer kirin. Di şer da 5 kes hatin kêrkirin.
Li ser cabdayînê polês û ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
5 kesên ku birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyên der û dorê. Polês hin kes binçav kirin.
Polês hê li cihê bûyerê bendewariyê dike.