12 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
MARDÎN
Hat ragihandin ku ji ber operasyona dijî PKKya rêxistina terorê li 9 taxên navçeya Nisêbîn, Omeriyan û Artukluyê derketina derva hat qedexekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, li taxên Sulakdere û Aytepeya Omeriyan, li taxên Yardere û Ahmetliya Artukluyê, li taxên Îlkadim, Yavrukoy, Buyukkardeş, Kuçukkardeş û Akarsuya Nisêbînê ji bo ku terorîstên PKKyî werin berterefkirin, ji bo xerabkirina sipartgeh, sitargeh û depoyan û bidestxistina çek û alavên sipartgehan operasyonê were kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku operasyonê ji bo parastina can û malê welatiyên herêmê were kirin û li gor bendên Qanûna Îdareya Bajêr ya ku hejmara wê 5442 ye, ji saet 06.00î pê va heta daxuyaniyeke duyemîn li Sulakdere, Aytepe, Yardere, Ahmetlî, Îlkadim, Yavrukoy, Buyukkardeş, Kuçukkardeş û Akarsuyê derketina derva hat qedexekirin.