12 Sibat 2017•Rojanekirin: 12 Sibat 2017
MALATYA
Hat ragihandin li palên bilind ên Meletî, Elazig, Adiyaman, Tûncelî û Bîngolê ku ser wan tijî berf e talûka aşîtê heye.
Midûriyeta Herêma 13mîn a Meteorolojiyê daxuyaniya nivîsî da ragihand ku li Elazig, Meletî, Tûncelî û Bîngolê hewa wê pir bi ewr be, sibê serê sibehê wê hêdî hêdî berf bibare û li Adiyamanê jî hewa wê pir bi ewr be û piştî nîvrojê baran hebe û li deverên bilind jî şilope hebe.
Hat gotin ku germahiya hewayê wê pir neguhere û bi şev û berdestê sibehê wê car caran mij, dûman, cemed û qeşagirtin hebe.
Li palên bilind ên herêmê ku ser wan tijî berfe talûka aşîtê heye. Di hişyariya ji bo welatiyan hat kirin da hat xwestin ku bila gel li hemberî nerêniyên diqewimin bi baldarbin û hay ji xwe hebin.