28 Adar 2017•Rojanekirin: 29 Adar 2017
DIYARBAKIR
Li 9 taxên ser Licê û Hênêya navçeya Diyarbekirê bi minasebeta operasyona dijî PKKya rêxistina terorî, qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê, li çil û çiyayê ser Licê û Hênê ji bo berterefkirina terorîstan, îmhakirina stargeh, baregeh, depo û mewziyên dijebalafiran û desteserkirina hemû amûr û alavên rêxistina terorî wê li herêmê operasyon bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku li herêmê ji bo ewlehiya can û malê gel, li gor madeyên Qanûna Îdareya Bajêr yên eleqedar li Bîrlîk, Şenlîk, Ecemîş, Daralana ser Licê; li gundên Kaledîbî, Akçayûrt, Topçûlar, Kalaba û Yûkari Tûraliya ser Hênê ji saet 11.30an şûn ve qedexeya derketina derva hat îlankirin.