13 Hezîran 2017•Rojanekirin: 13 Hezîran 2017
DIYARBAKIR
Hat ragihandin ku li Licêya navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina derva ya li 18 taxên gundewarî rabû. Qedexe ji ber operasyona dijî PKKya rêxistina terorê hatibû îlankirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, hat bibîrxistin ku li gundewariya navçeya Licê ji bo berterefkirina terorîstên PKKyî û tevkarên wan, ji bo xerabkirina sitargeh, sipartgeh, qadên depoyê û kozikên balafirşikênan ên ku terorîst li herêmê bi kar tînin û ji bo bidestxistina alavên wan operasyon hat kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo peydakirina ewlehiya can û malê gel û ji bo ku welatî zirarê nebînin li navçeya Licê taxên Akçabudak, Ortulu, Ulucak, Saydamli, Kiliçli, Yorulmaz, Guldîken, Uçdamlar, Baharlar, Bayirli, Hedîk, Tuzlakoy, Yamaçli, Kiralan, Dernek, Konuklu, Yunluce û Yaprakkoy û mezrayên li ser wan di 6ê hezîranê da qedexeya derketina derva hatibû îlankirin, ev qedexe ji saet 09.00î pê va rabû.