Muhammet Kurşun
05 Adar 2017•Rojanekirin: 06 Adar 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku di herekata asmanî ya Artêşa Tirkiyê li ser bakurê Iraqê de 11 terorîstên PKKyê li Qendîlê hatin kuştin.
Li gor agahiya ku ji Artêşa Tirkiyê hat belavkirin, 28ê Sibatê, roja sêşemê seet 19.33-30.28an, li bakurê Iraqê Qendîl, Avaşîn û Basiyanê êrişên asmanî hatin kirin.
Hat ragihandin ku êriş li ser wergirtina îstîxbaratekê hatiye kirin û cihên hewînê, şikeft û baregeh jî di nav de 16 hedef hatin îmhakirin.
Herwiha di encamê herekata asmanî de 11 terorîstên PKKyî hatin kuştin.