İbrahim Atmaca
24 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2018
VAN
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê berf û bagerê rêya 242 tax, gund û mezreyên Wan, Bitlîs û Mûşê girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredaridya Bajarê Mezin ê Wanê hat dayîn, li herêma Kirkgeçîta ser navçeya Gurpinarê berf û bagerê rêya taxek û 2 mezreyan girt. Ekîb ji bo vekirina rê dixebitin.
Li navçeya Miksê (Bahçesaray) jî ji ber rewşa hewayê dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
- Mûş
Li Mûşê berfê rêya 100 gundî girt.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeymus Yentur daxuyanî da û got ku ekîban dest bi vekirina rêyan kir, lê li hin ciyan berf û bager dewam dike.
Li navçeya Milazgirê jî berf barî û esnafa berfa pêşiya kargeha xwe avêt, zarokan bi berfê leyîst. Şofêr jî ji ber berfa ku di rêyan da bûye cemed tengasî kişand.
- Bîtlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bitlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku li giştiyê bajêr berfê rêya 139 gundan girt.
Kurtkan got ku seba vekirina rê xebat didomin, ji bo rewşên acil ekîb amade sekinîne.
Ekîbên şaredarî û rêbejê li nav bajêr û navçeyan berfê davêjin.
Esnaf Savaş Ozturk diyar kir ku wan berfa ber mal û kargeha xwe avêt û diyar kir ku li gor salên borî berf kêm dibare.
- Germ wê kêm be
Li gor daxuyaniya ku ji Midûrdiya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li giştiyê herêmê hewa pirewrayî ye û dem bi dem berf tê payîn.
Li herêmê serê sibê û nîvê şevê cemed û qeşa tê payîn, germ wê di navbera pileyek û 3 pileyan da kêm bibe.
Li herêmê germa herî kêm li Hekariyê di bin sifirê da 3, li Wan û Bitlîsê di bin sifirê da 2, li Mûşê 0 pile hat pîvan.
Îro germa hewayê ya herî zêde li Wanê 4, li Hekarî û Bitlîsê 0, li Mûşê 3 pile tê payîn.
Li ser Gola Wanê hewa wê pirewrayî be û şilope û berf tê payîn.
Ji bo giştiyê herêmê hişyarî hat dayîn ku cemed û qeşa tê payîn.