Türkan Tosun
27 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2018
VAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf û bagerê rêya 154 tax, gund û mezreyên Wan, Bidlîs, Hekarî û Mûşê girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê hat dayîn, li 24 taxên ku ji ber berf û bagerê rêya wan hatibû girtin, xebat dewam dikin. Hat gotin rêya 243 gundan hatiye vekirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Hekariyê li gundekî li ser navendê û li 2 mezrayan, li gundekî li ser navçeya Şemdînliyê û 7 mezrayan rê hatin girtin, lê xebatkarên Îdareya Taybet a Bajêr rê vekirin.
- Bidlîs û Mûş
Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Gihandinê û Rê ya Îdareya Taybet a Bidlîsê daxuyand ji ber berfê rêya 10 gundan hatiye girtin û ji bo ku ev rê bên vekirin xebat bênavber dewam dikin.
Li Mûşê ji ber berfa ku ji duh şev pê va dibare rêya 120 gundan hat girtin.
Şeyhmus Yenturê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr got xebat dewam dikin û di demeke kin da rê wê bên vekirin.
Ji ber berf û bagerê şofêran zehmetî kişandin.