Fatih Gazioğlu
11 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2019
ERZURUM
Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da 28 pileyî va li Qersê hat pîvan.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn li hemû herêmê hewa wê ewrayî be û şev û serê sibê jî dibe ku cemed û mij çêbibe.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji her çar aliyan jî car caran wê ba rabe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm di bin sifirê da li Tuncelî û Îdirê 8 pile, li Erzinganê 16, li Erzioromê 20, li Agiriyê 24, li Erdexanê 26 û li Qersê jî 28 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê germahiya hewayê ya herî zêde wê li Îdirirê 7, li Tunceliyê 1, di bin sifirê da li Erzinganê 1, li Qersê û Erziromê 4, li Agirî û Erdexanê jî wê 5 pile be.
Qalindiya berfê li Agiriyê 34, Erdexanê 28, li Erziromê 27, li Erzinganê 12 û li Qersê jî 10 santîmêtre hat pîvan.
Qalindahiya berfê li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê 91, li Sariqamîşê 80 santîm, li Erganê 60, li Konakliyê 55 û li Yalnizçamê jî 39 santîm hat pîvan.
Rayedaran ji ber qeşa û hişkiya serê sibê û şev hişyarî da welatiyan.