Fatih Gazioğlu
21 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2018
VAN
Li Wan ji ber hewaya bi berf û pûk rêya 66 cih û warî hat girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da û ragihand ku li Bahçesarayê 3, li Başkaleyê 16, li Îpekyoluyê 4, li Gurpinarê 41 û li Sarayê jî ji ber berf û pûkê rêya 2 cihan hatiye girtin û ekîbên şaredariyê ji bo vekirina rêyan hewl didin û bênavber dixebitin.
Li navçeya Gurpinarê li taxê Yolduştuyê ji ber barîna berfê 3 kes di wesayîtekê da asê man. Tîmên Şaredariya Gurpinarê dest bi xebatê kir û di demeke kin da rê vekirin û welatiyên asê mabûn xilas kirin.
- Hekarî
Li Gevera navçeya Hekariyê barîna berfê li ser jiyanê tesîreke neyînî kir.
Gelek şofêran di rê da zehmetî kişand û hin welatiyan jî berfa li ber deriyê dikan û malên xwe paqij kirin.
Rayedaran ji bo baldar û bi tedbîr bin hişyarî da şoferên wê ber bi Wan û Hekariyê va biçin.
- Hişyariya qeşa û cemedê
Meteorolojiyê ji bo Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê hişyarî da ku wê li wan deran qeşa û cemed hebe.
Midûriyeta Herêma 14mîn a Meteorolojiyê daxuyaniyek weşand û ragihand ku li herêmê hewa wê pir ewrayî be, serê sibê û şev jî qeşa, mij û dûman wê çêbibe.
Germahiya hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla bakur û bakurê rojhilat ba û bahozê çêbibe.
Germahiya hewayê ya herî kêm li Mûşê sifir pile, li Wanê 1, li Bidlîsê pileyek, li Hekariyê jî di bin sifirê da 3 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê ya herî zêde li Wanê û Mûşê 6 pile, li Bidlîsê 3 pile û Hekariyê jî wê 2 pile be.
Li Gola Wanê hewa wê pir ewrayî be, ji hêla rojhilat û bakurê rojhilat va jî ba û bahozê çêbibe.