İbrahim Atmaca
11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê welatiyan seba pîrozkirina Leyletul Qedra ku şeva destpêka nazilbûna Qur'ana Pîroz e û li gor baweriya dînê îslamê "ji hezar mehan xêrtir e", berê xwe dan mizgeftan.
Li Erziromê Mizgefta Uluyê, Mizgefta Narmanliyê, Mizgefta Cennetzadeyê, Mizgefta Dewrêş Axa, Mizgefta Şêxan, Mizgefta Deriyê Gurcuyê jî di nav da, welatiyan berê xwe dan mizgeftên kevnare û beşdarî bernameyên ku seba Leyletul Qedrê hatin lidarxistin, bûn.
Welatiyan Qur'ana Pîroz xwend, dia kirin û paşê bi hev ra nimêja terewîhê kirin.
Di derketina mizgeftan da îkramên curbecur hatin kirin.
- Îdir
Ji bo Leyletul Qedra ku di alema Îslamê da ji rojên herî pîroz e, li Îdirê jî welatiyan piştî fitarê berê xwe da Ulu Camiyê.
Seba Leyletul Qedrê bername hat lidarxistin û tê da Qur'ana Pîroz, Mewlûda Şerîf hat xwendin û îlahî hatin gotin.
Ji jin û zaran bigre heta kal û pîran bı hev ra nimêj kir.
- Erzincan
Li Erzincanê jî welatiyan piştî fitarê Mizgefta Terzîbaba di serî da berê xwe dan mizgeftan, nimêj û dia kirin.
Cîgirê Miftiyê Bajêr Mahmut Bektaş beriya terewîhan Qur'ana Pîroz xwend.
Bektaş seba şehîdan dia kir û paşê wez da.
Piştî bernameyê li welatiyan gulav û şekirê mewlûdê hat belakirin.
- Agirî
Li Agiriyê jî welatiyan berê xwe da Mizgefta Navendê û "riyê şerîf" dît û pê kêfxweş bûn.
Piştî ku ji mizgeftê derketin jî Şaxa Agiriyê ya Heyva Sor li welatiyan loqim û şekleme bela kirin.
Li navçeya Eleşkîrtê di Mizgefta Navendê û li ber avahiya miftîtiyê jî riyê şerîj ji bo ziyaretê danîn.