01 Mijdar 2016•Rojanekirin: 07 Mijdar 2016
ERZIROM
Nebahat Kuçuka 72 salî ya ji Erziromê, di xaniyekî ji odeyekê pêk tê da tevî lawê xwe yê 46 salî ku dest û piyê wî nagirin dimîne, daşîr û serşoka xanî jî tuneye, alîkariyê dixwaze.
Pîra Nebhat a ku tevî lawê xwe Temel Kuçukê astengdar li Taxa Derebogaza ser navçeya Palandokenê dimîne, êdî nikare lawê xwe yê astengdar xweyî bike û ji ber vê yekê xemgîn e.
Dayik Nebahat Kuçukê got ku ew dikare nan û ava lawê xwe bidê lê wexta serşûştinê bêyî alîkarî nikare serê lawê xwe bişo, wî bibe daşîrê.
Nebahat Kuçukê got ku lawê min di biçûktiya xwe de felc bû û wiha dewam kir:
"45 sal e ez kurê xwe xwedî dikim, nan û ava wî didimê. Cilên wî diguherînim. Heke yek hebe alîkariyê bide serê wî dişom. Wexta bavê wî sax bû alîkarî dida min, me ew derdixist ber derî. Lê ez tenê nikarim, stuyê min diêşe. Jixwe daşîr û serşoka min tune, ava me tune. Ser xaniyê me xwelî ye. Wexta baran dibare xanî dilop dike, av dikeve odeya me."
Dayik Nebahat Kuçukê diyar kir ku ew debara xwe bi pereyê dewlet dide wan didomînin.
- "Dema baran dibare av li malê diqelibe"
Temel Kuçuk ê ku bi zor û zehmetî xeberdida ragihand ku ji bo hewcedariyên xwe yên sereke jî ew ji kesên din alîkariyê dixwaze û got ku mala tê da rûdinên mîna xirbe ye dema baran dibare av lê diqelibe û wiha pê da çû: "Ez li malê li têlevizyonê temaşe dikim lê hewya min nayê. Ez digirîm, li ber xwe dikevim. Dema baran dibare av li malê diqelibe û em di nav da dimînin. Cam û paceyên me şikestî ne. Ez ji sedî 92 seqet im. Ez herî zêde dixwazim bigerim. Min jî dixwest ku bizewicim, bibim xwedî kurekî. Lê ez nikarim li wesayîta xwe ya ji bo astengdaran siwar bibim."
Nebahat Kuçuk û kurê wê li hêviyê ne ku ji wan ra alîkarî bê kirin û halê wan çêtir bibe.