Abdullah Tel
07 Mijdar 2018•Rojanekirin: 08 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Lîstikvanê sînema û rêzefîlmê Erol Taş ê ku di Yeşîlçamê da bi rolên "mêrikê xirab" dihat naskirin di 20emîn salvegera mirina xwe da tê bibîranîn.
Erol Taş di 28ê Sibata sala 1926an da li Erziromê hatibû dinyayê û piştî ku dibistana seretayî qedandibû spora boksê û sînemayê bala wî kişandibû. Piştî ku bavê wî wefat kir tevlî diya xwe barkir Stenbolê û dev ji dibistanê berda û bo debara malbata xwe di karên curbecur da xebitî.
Di sala 1947an da di qada spora boksê da bu duyemînê Stenbolê û him jî bu duyemînê Tirkiyeyê. Piştî ku ji esker vegeriya li Cankurtaranê di fabrîqeyeke ta da dest bi xebatê kir.
Di vê heyamê da tevlî sînemayê bû û di fîlman da fîguranî kir û bi rolên kurt cih girt. Ew cara ewil di fîlmê ku Mumtaz Alpaslan bi navê "Rojên Biêş" kişand da leyîst.
Paşê deriyê sînemayê lê vebû û di fîlmên wek "Efeyê Neh Çiyaayan", "Rêyên Bidirî", "Efeyê Rûpêçayî", "Şofêr Nebahat", "Min li Gund ji Keçikekê Hez Kir", "Dêlik" û "Ji Şevan Wêdetir" da bi rolên curbecur ji xwe ra cih dît.
Taş di piraniya fîlman da di rolên mêrikekî xirab ê bêrehm da dileyîst lê di jiyana xwe da bi rastî jî ji wan rolan gelek dur bû. Lewra xanima wî beriya wî wefat kiribû û ji ber vê jî wî ji sê zarokên xwe yên biçûk ra him dêyîtî û him jî bavîtî kir. Lewra ew ji wê rola ku di fîlman da dileyîst gelek dûr bû û di nav nas û dostên xwe da her tim wek mêrekî baş ê xwedî birehm dihat zanîn û wisa jî tê naskirin.
Erol Taş ê ku di sedan fîlmî da her carê bi rolekî cih girtibû di 8ê Sermaweza sala 1998an da ji ber dilrawestinê rakirin Nexweşxaneya SSKê ya Samatyayê û ew li wê derê digel hemû mudaxaleyan bi ser xwe da nehat û wefat kir.
Di rêzefîlmên di têlevizyonan da hatin weşandin da jî leyîst.
Fîlm û rêzefîlmên ku Taş tê da xwedî rolekî bû ev in:
- Çêwlika Xanimê Heyama Ewil 1990
-Sirgun (II) 1992
- Qawûşa Jinan 1989
-Hêza Xweliyê 1988
-Damezrandin / Osmancik 1987
-Axayê Biçûk Heyama Ewil 1983
-Dîla Xanim 1977
- Strana Dawî lê nayê 1976
-Cirm 1974
- Mûradê Reş: Fermana Fatîh 1973
- Yên Bi Ber Mirinê Va Baz Didin 1973
-Mûradê Reş: Fedaiyê Fatîh 1972
- Elî Baba û Çil Heramxwir 1971
-Mêrikê ji Rojava hatiye 1971
- Pêncên Rûpêçayî 1968
- Cumaliyê Zirav 1967
-Mirov Carek Dimire 1966
-Qanûna Hidûdan 1966
-Dijminê Nav Me 1965
-Eware 1964
-Havîna Hişkayî 1964
-Heyfa Meran (I) 1962
-Şofêr Nebahat 1960
-Efeyê Neh Çiyayan 1958