29 Tebax 2017•Rojanekirin: 29 Tebax 2017
ÎZMÎR
Li Îzmîrê 16 kesên ku tê îdiakirin propagandaya DHKP-C û MLKPa rêxistinên terorî kirine hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê ya Midûriyeta Ewlekariya bajêr di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê birêva dibe da li navenda bajêr û navçeya Menemenê operasyona hemdem birin ser navnîşanên ku hatin tesbîtkirin.
Di operasyonê da 16 kes hatin binçavkirin. Di lêgerîna li navnîşanên şikbaran da gelek dokumanên rêxistinî û amûrên dijîtal hatin girtin.
Şikbarên ku ji kontrola tendursitiyê hatin derbaskirin ji bo lêpirsînê birin Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê.