Ahmet Aydın
15 Tebax 2016•Rojanekirin: 15 Tebax 2016
VAN
Li Wanê bi mebesta nîşandana bertekê dijî hewla derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) û êrîşên PKKya rêxistina terorê li bilboardên cadde û kolanan û li serzemînan afîş hatin daleqandin.
Afîşên ku "Em millet in em Tirkiyeyê nakin qurbana derbe û terorê" li serê nivîsîbûn ji aliyê welatiyan va gelekî eleqe dîtin.
Ji welatiyan Vahit Şimşek ji nûçegihanê AAyê ra axivî û got ku millet bi tu hawî derbeyan qebûl nake û ji îro pê da jî qet û qet rê nade ku tiştekî wiha biqewime.
Şimşek anî ziman ku dawiya rêxistinên terorê hatiye û wiha pê da çû: "Li welatê me 15ê temûzê de bûyereke nexweş hat meydanê. Millet rijiya kolanan û him li îradeya xwe û him jî li welatê xwe xwedî derket. Ev ji bo wan hemî welatên ku digotin 'em bi we re ne' lê di esil da bi me re nebûn, bersivek baş bû. Pêdivê nobedên demokrasiyê hinekî din bidomin. Heta dawiyê divê em li kolanan bin. Îro ew afîşên ku li Wanê bi mebesta nîşandana bertekê dijî FETO û û rêxistinên din yên terorê hatine daleqandin divê bi berdewamî daleqandî bimînin. Millet bê vê helwesta xwe dersa FETO da û wê hêjî bide.