11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di operasyona meha borî hat kirin de 16 endamên PKKya rêxistina terorî hatin kuştin, terorîstek sax hat qefaltin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr û Midûriyeta Ewlekariyê bi hev re di meha adarê de, li dijî terorê 674 operasyon li dar xistin. Di operasyonê de 16 PKKyî hatin kuştin, terorîstek sax hat qefaltin.
Di operasyonê de 27 çekên lûledirêj, 10 tifing, 19 tifingên seydê, 6 hezar û 254 fişek, 23 bombeyên destî, 6 teqemeniyên destî, 28 sîstemên teqemeniyê, 98 muhîmatên rokeavêjê, 19 bêtêl û 599 dokûmanên rêxistinî hatin desteserkirin. Derbarê 521 kesan de miamele hat kirin jê 49 kes hatin girtin.