İbrahim Atmaca
28 Hezîran 2018•Rojanekirin: 28 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona hişbirê da ji gumanbarên ku li gor îdiayê bazirganiya hişbirê kirine hinek hatin girtin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk a Midûriya Emniyeta Stenbolê, navçeyên Beşîktaş, Şîşlî, Beyoglu di serî da li giştiyê bajêr li ser 45 navnîşanên ku aîdê 53 kesên li gor îdiayê firoşkarê hişbirê ne, di heman demê da operasyon kirin.
Firokeyê jî piştgiriya operasyonê kir û polêsên harekata taybet beşdarî operasyonê bûn û tê da hinek hişbir hat bidestxistin.
Bersûc bi îdiaya ku bazirganiya hişbirê kirin, hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê ji bo dayîna îfadeyê birin Midûriya Emniyeta Stenbolê.