28 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê dijî PKK/KCKyê operasyon hat kirin. Di operasyonê da 16 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê yê Midûriyeta Ewlehiyê yê Bajêr, li ser deşîfrekirina fealiyetên rêxistina terorê xebat kir.
Ekîban di belgeyên destê gumanbarekî ku berê binçav kiribûn de, hin navên ku têkiliyên wan bi PKK/KCKyê re hene tespît kir. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin gumanbarên ku hatin tespîtkirin, bi baskên ciwanên DGHyê re di nav têkiliyê de ne.
Li ser vê ekîban li 9 navçeyan li ser navnîşanên gumanbaran operasyona hevdem li dar xistin.
Di lêgerînan da demançeyek, şarjorek, 6 fîşek, gelek belgeyên rêxistinê, kovar, pirtûk û amûrên dijîtal hatin qefaltin.
Di opersyonê da ji 20 gumanbaran 16 gumanbar hatin binçavkirin.