08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 08 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Li Sultanbeyliyê ji ber ku molotof avêtin di banê dibistanekê da xisar çêbû.
Li gor agahiyan bi destê kesên ku hê nayê zanîn molotof avêtin banê Dibistana Navîn a Mevlanayê ku li ser Kuçeya Akşîtê ya li taxa Hamidiyeyê ye.
Li ser îxbarê tîmên agirkujiyê û polês çûn ciyê bûyerê.
Bi midaxeleya tîmên agirkujiyê şewat hat temirandin.
Hat destnîşankirin ku di banê dibistanê da xisar çêbû û xebatên ji bo qefaltina kesên ku molotof avêtine dewam dike.