Sevim Hatun
08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 09 Mijdar 2016
DİYARBAKIR
Li Baglara navçeya navend a Diyarbekirê, piştî êrîşa bi wesayita bombebarkirî ya PKKya rêxistina terorê li dar xist, xebatên tespîtkirina xisarê hatin kirin. Di çarçoveya xebatan de di hezar û 709 xanî û kargehan de xisar hat tespîtkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, xebatên tespîtkirina xisarê yên piştî êrîşa rêxistina terorê ya li texma avahiya Midûriyeta Şaxa Hêzên Çevîkê ya li Bûlwarê Aydin Arslanê destpêkirin li kargeh û xaniyan dewam dike.
Xebatên tespîtkirina xisarê yên ku ji aliyê Midûriyeta Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê ve dihatin birêvebirin temam bûn. Di çarçoveya xebatên ku walîtiyê dikir de jî li hezar û 709 xanî û kargehan de xisar hat tespîtkirin.
-Ewê 750 hezar lîre bidin xwedî kargehan
Di çaçroveya xebatan de wê serê ewil 750 hezar lîre bidine xwedî 233 kargehan. Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Baglarê biryar da ku serê ewil 500 lîre ji bo kirê bidine xwedî xaniyan ên ku di êrîşê de xaniyan wan rûxiyan.
-Ewê di 2 apartman werin hilweşandin
Di encama lêkolînên ekîbên Midûriyeta Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê de di du avahiyên ku ji 48 daîreyan pêk tên de xisar mezin e û divê werin hilweşandin. Di çarçoveya qanûna eleqeder de wê qasî heqê daîreyê pere bidine xwedî xaniyan.
-Alîkariya psîkolojîk wê bidin
Ji aliyê din ve Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî dest bi xebatan kir, di çarçoveya xebatan de alîkariya psîkolojîk didine malbatên mexdûr ên di bandora teqînê de man.