15 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2016
MARDÎN
Li 22 taxên Mazîdaxê, Artuklu û Dêrika navçeyên Mêrdînê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Walîtiya Mêrdînê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo parastina can û malê milet, qefaltina mensûbên PKKya rêxistina terorê, îmhakirina baregeh, kozik û cebilxaneyên tê têxmînkirin mensûbên rêxistinê bi kar tînin û binçavkirina kesên der barê wan da biryara qefaltinê heye xebatê dest pê kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor xalên Qanûna Îdareya Bajar saet ji 06.00î vir va li Konur, Meşelî, Yalinagaç, Armagan, Atalar, Urunlu, Yevrî, Sîmak, Kirmizigol û Ûlutaşa taxên Mazîdaxê, li Haydar, Cevîzlîk, Akbag û Harabela taxên Artukluyê, li Hîsaralti, Alagoz, Pinarcik, Aşagimezra, Yukarimazra, Bozok, Kelek û Çaykoya taxên Dêrîkê û çolterên wê hetanî emrekî duyemîn qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Ji welatiyan hat xwestin ku ji bo ewlehiya can û malên xwe bila girîngiyê bidin qedexeyê û wê binpê nekin.