27 Sibat 2017•Rojanekirin: 27 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Parlementerê Şanliurfayê yê HDPyê Îbrahîm Ahyan li çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku der heqê wî da tê meşandin hat binçavkirin.
Ayhanê ku bi destê Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê der heqê wî da biryara desteserkirinê hat derxistin, ji aliyê ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariyê va li Balafirgeha GAPê hat binçavkirin. Ekîban piştî kontrola tenduristiyê Ayhan bir ewlekariyê.
Eşkere bû ku Serdozgeriya Komarê wê îfadeya Ayhan bistîne.
Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn a Şanliurfayê der heqê Parlementerê Şanliurfayê yê HDPyê Ahyanê ku bi tawanbariya "propagandaya rêxistina terorê kir" tê darizandin da biryara desteserkirinê derxist ku Ayhan parastina xwe bide.