Haydar Şahin
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
TUNCELÎ
Li Ovacika navçeya Tunceliyê xwendekarên pêşdibistan û dibistana navîn bi dilê xwe xwe şiqitandin.
40 xwendekarên Pêşdibistana Ovacikê û 20 xwendekarên Dibistana Navîn a Yeşîlyaziyê bi dê û bavên xwe ra li navenda xweşiqitandinê perwerdeya şiqitandinê dîtin û paşê jî bi dilê xwe xwe şiqitandin û şa bûn.
Filiz Geçgil Erdogana wekîla Midûrê Perwerdeya Neteweyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Ji bo xwendekarên me bû moral, hin xwendekarên me cara ewil amûrên xweşiqitandinê xistin lingên xwe. Xwendekarên me bi xweşiqitandinê kêfa berfê derxistin. Em ji dê û bavên xwendekarên xwe ra sipas dikin û ji xwendekar, Walî û Wekîlê Şaredarê Tunceliyê Tuncay Sonel, Qaymeqam Selîm Çomakli ra sipas dar in."
Piştî kêfa şiqitandinê qaymeqamtiyê li xwendekaran kifte belav kir.