15 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
VAN
Li Edremîta navçeya Wanê di kamyonetekê da 60 kîlo û 400 gram eroîn hat qefaltin û kesek hat binçavkirin.
Ekîba Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Bi Sûcên Narkotîk ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Wanê kamyoneta bi plakeya 65 BC 312 ya M.Î şofêrê wê bû li texma Kurubaşê sekinand.
Seyê narkotîkê yê perwerdekirî der û dorên kamyonetê bêhn kir û di encama lêgerînê da 60 kîlo û 400 gram eroîna pakêtkirî hat qefaltin.
Şofêr jî hat binçavkirin.