15 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Li Siltangaziya navçeya Stenbolê polêsan hişyarî dan wesayîtekê ku bisekine lêbelê ajokar guh nedayê û teqîbatê dest pê kir. Di dema teqîbatê da polêsan gule berdanê û 2 kes hatin kuştin, kesek jî birîndar ket.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên polêsan li texma Rêya Bendavê ya li taxa Gaziyê ji hin kesan ketin şikê û xwestin ku wesayîtê bidin sekinandin.
Ajokarê wesayîta ku 4 kes tê da bûn guh neda polêsan û revî, li ser vê polês ketin teqîbatê.
Di dema teqîbatê da gule hatin agirkirin û 3 kesên di wesayîtê da birîndar ketin.
Oguzgan E. û Bariş K. yên birîndar rakirina nexweşxaneyên Lêkolîn û Perwerdeyê ya Texsîmê û Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê. Ligel hemû midaxeleyan herdu xort jî mirin.
Hat ragihandin ku ajokarê wesayîtê binçav kirine û birine Navenda Polêsên Siltangaziyê.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Lêkolîna Dewsa Bûyerê dora wesayîtê bi şirîta ewlehiya dorpêç kir.