Türkan Tosun
27 Gulan 2018•Rojanekirin: 28 Gulan 2018
VAN
Li Edremîta navçeya Wanê tonek û 500 kîlo încî kefalî yên ku bi qaçaxî hatine girtin, hatin dîtin.
Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û Mîdûriya Xurek, Çandinî û Heywandariyê ya Bajêr ji bo ku masiyê încî kefalî yên ku li gola Wanê dijîn û di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê de girtina wan qedexeye bên parastin xebatên xwe didomînin.
Di vê çarçoveyê de tîmên cendirmeyan kontrolan dikin ku kes wan bi qaçaxî negre.
Li Edremîtê tonek û 500 kîlo încî kefalî yên ku bi qaçaxî hatine girtin û torên ku ji bo masiyan pê bigrin hatin dîtin.
Tîman masî teslîmî Midûriya Çandiniyê ya navçeyê kirin.
Ji bo 3 kesên ku bi qaçaxî masî girtîne jî 3 hezar û 966 lire ceza dan.