Haydar Şahin
08 Tebax 2018•Rojanekirin: 08 Tebax 2018
KIRKLARELÎ
Li Tarakyaya ku piraniya hewcedariya bi gulberojan a Tirkiyeyê dibîne dest bi çinîna gulberojên wekî "bûka zer a siruştê" tê zanîn kirin.
Ji vir mehekê berê rengê gulberojan zer û berê xwe dabûn tavê û êdî dema çinînê hat rengê wan guherî û ji ber giraniya dendikên xwe serê wan ber bi jêrê xwar bû.
Demeke kin berê ji ber reng û şiklê xwe welatî û wênekêşan eleqeyeke mezin nîşanî zeviyên gulberojan didan û nika jî makîneyên çinînê ketine nav zeviyan û serê wan diqetînin.
Îsal ji ber şiliyê zû dest bi ajotina gulberojan kirin û gulberoj ji demên berê zûtir hêşin bûn û hatin dema çinînê.
Serokê Koperatîfa Firotina Tovên Birûn a Pinarhîsarê Salîh Kose daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Trakyayê herî pêşiyê li Cevîzkoya gundê Pinarhîsarê dest bi qetandina gulberojan kirin.
Kose got xebatên li zeviyên gulberojan kêmzêde mehekê dewam dikin, ji ber şiliya zêde ber û bereket zêde xanê nake.
Kose got sala par di texabê da ketibûn nav zeviyên gulberojan lêbelê îsal di tîrmehê da ketin nav zeviyan û ji ber şiliya zêde pergala gulberojan xirab bû.
Kose got hetanî nika li zeviyên ku gulberoj qetandin ber û bereketa li bendê bûn nedîtin û wiha axivî: "Sala par serê dolimê 200 kîlo bû îsal ev dakete 150 kîloyî. Ya rastî dema kar pêş bikeve em ê tam bibînin ku ber û bereket çawa ne."
Memduh Meşeyê cotkar jî got ber û bereketa zeviya wî wekî ya par e.