Cüneyt Çelik
27 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2022
Li Qersê berhevkirina gulberojan yên ji bo peydakirina rûn li cihên bilind tên reşandin dest pê kir.
Bi hevkariya Walîtiya Qersê, Midûriya Çandinî û Daristanan û Sekreteriya Giştî ya Îdareya Taybet a Bajêr toximê gulberojan ji cotkaran hat belavkirin û li bajêr li ser qadeke 2 hezar û 60 dekarî gulberoj hatin reşandin.
Cotkarên ku gulberoj reşandibûn niha çandiniya wan dikin û bendê ne ku rekolteyeke baş bê bidestxistin.