Türkan Tosun
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Di çarçoveya lêpirsîna der barê Adnan Oktar û koma wî da hejmara kesên hatin girtin derkete 157an.
Dadgeha Ceza ya Silhê ya Nobedar bi hinceta "ji bo sûcê avakirina rêxistinê", "îstismara cinsî ya zarokan", "êrîşa cinsî", "şantaj", "mal revandina dervayê welêt", "bi zorê dîl girtin"ê der barê 14 şikbarên din de jî biryara girtinê da û ew hatin girtin.
Bi vî awayî bi tevahî 157 kes di vê lêpirsînê da hatin girtin.
Di lêpirsînê da 187 kes hatibûn binçavkirin, jê 5 kes hatibûn berdan û 182 kes sewqî dadgehê bûbûn.
Ji van şikbaran jê 14 bi tevdîra kontola adlî hatin berdan, lêpirsîna 11 kesan dewam dike.