20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2016
VAN
Malbata polês Soner Îdilê ji Wanê ku di êrîşa terorî ya li Stenbolê dijî hêzên ewlehiyê hat kirin da şehîd ket, PKKya rêxistina terorê û êrîşa wê ya namerd şermezar kir.
Malbata Îdilê ku di êrîşa terorî ya li nêzî Beşîktaş Vodafone Arenayê da hat şehîtkirin serxweşiyan ji bo ewladê xwe li Taxa Abdurahmangaziya ser navçeya Tûşbayê ye qebûl dikin.
Mîkdat Îdilê ku bavê şehîd e diyar kir ku kurê wî ji welatê xwe û gelê xwe gelek hez dikir û wiha pê da çû: "Kurê min li zanîngehê beşa dîrokê xwend lê ji ber ku nehat tayînkirin bû polês û ji polêsiyê gelek hez dikir. 5 caran ket ezmûna polêsiyê û digot ezê îla bibim polês. Ji welatê xwe pir hez dikir. beriya teqînê navê rojê min û wî ji ser têlefonê xeberda. Ji min ra got 'Bavo ezê herim pêşbirka Beşîktaşê piçek pirsgirêke, piştî ku ez ji pêşbirkê derketim emê xeberdin' piştî wî careke din me bi hevra xeberneda."
- "Mafên kurdan tune dikin"Îdîl diyar kir, wî ewladek şehîd daye û lê 80 milyon ewlad qezenc kirine û got ku heta hêzên ewlehiyê hebin civatê jî hebe.Mîkdat Îdîl got, "Ez bi kurê xwe yê şehîd serbilind im. Min şêrek mezin kir û ji bo welat şehîd da. Serê min bilind e." û wiha dewam kir:"Heke ev rêxistin dixwaze mafên kurdan biparêze, bila li Meclisê bi 80 parlementerê xwe va biparêze. Bila bi fikr û ramanên xwe va çareseriyan bibîne. Kes bi çek û guleyan tiştekî dest naxe. Ev tenê zirarê didin kurdan. Behsa Diyarbekirê dikin, lê Diyarbekir mehf kirin. Dibêjin 'Cizîr'. Wan Cizîr xerab kir. Dibêjin Hekkarî wan Hekkarî ji parêzgehtiyê derxist. Dibêjin 'Em mafên kurdan diparêzin', lê di eslê xwe da mafên kurdan tune dikin." Dayîk Saadet Îdîlê jî diyar kir, dema ku kurê wê ezmûna polêstiyê qezenc kir, ew pir kêfxweş bûbû.Îdîlê got ku ewladê wê aşiqê pîşeyê xwe bû û wiha dewam kir:"Li Stenbolê dest bi pîşeyê xwe kir. Beriya teqînê min bi kurê xwe ra xeberda. Behsa pêşbirkê kir. Ji ber hindê derfet çênebû em zêde biaxivin, meyê piştî pêşbirkê xeberbidaya. Ji bo ku pêra biaxivim, dema ez li lawê xwe geriyam têlefona wî derneket. Çend saet şûnda jî xebera şehîdbûna kurê min hat. Di rûyê wan qatilan da kurê min şehîd bû. Înşelah dê hesab were pirsîn."
- "Yên ku êrîş li dar xistin ne misilman in"
Saadet Îdilê jî got ku wê zarokên xwe welatperwer mezin kirin û wiha axivî, "3 zarokên min hebûn. Min zarokên xwe welatperwer mezin kirin. Min xwest ku ji welatê xwe ra xizmetên xêrê bikin. Me kurê min Soner jî kir polêsekî ku li wetenê xwe tê. Ew dildarê karê xwe bû. Çi dibe bira be, lê Xwedê bira kêmasiya dewleta me nede. Heger ev dewlet nebûya, tu ferqeke me yê ji Sûriyê nemaya. Ev dewlet zirarê nade me. Ez fêm nakim ku ev ji dewleta me çi dixwazin. Dewlet me diparêze. Dewleta me, ji bo ku em nebin mîna Sûriyê seferber bû. Em dizanin ku yên ev êrîşa namerd birin ser ewladên me ne misilman in."
Îdîl daxuyand ku ev 3 meh bû birayê wî dest bi kar kiribû û wiha axivî:
"Birayê min 1989an de ji dayîkê bûbû. Xwedê ji birayên min û yên şibîta wî razî be. Ji bo welet şer kir û şehîd ket.
Caner Îdîl got ku ji ber mirina wî di serî da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Serokê CHPê yê Gişkî Kemal Kiliçdaroglu û Serokê MHPê Gişkî Devlet Bahçelî ji wan ra peyama sersaxiyê şand.