Fatih Gazioğlu
01 Sibat 2018•Rojanekirin: 02 Sibat 2018
ANKARA
Stenbol li Tirkiyeyê bajarê herî qerebalix e û bi nifûsê xwe yê 15 milyon û 29 hezar û 231 kesî va ji nifûsê 129 dewletan derbas bû.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiye û Fona Nifûsê Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) nifûsê Tirkiyeyê di sala 2017an gihîşt 80 milyon û 810 hezar û 525 kesî. Ji nifûsê Tirkiyeyê ji sedî 18,6 li Stenbolê dijî.
Nifûsê Stenbolê li gor jimara dûmahiyê di 5 salan de 868 hezar û 764 kes zêde bû.
Li gorî vê nifûsê Stenbolê ji nifûsê 129 welatan derbas bû û ji wan hinek ev in: Belçîka (11,4 milyon), Yewnanistan (11,2 milyon), Portekîz (10,3 milyon), Swêd (9,9 milyon) û Azerbaycanê (9,8 milyon).